Kerry gihêşt Moskoyê û li bersivan digere

Wezîrê Dervê yê Emêrîkayê berê xwe da Rûsya ji bo li gel aliyên Rûsî li ser pirsa Sûriyê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dervê yê Emêrîkayê berê xwe da Rûsya ji bo li gel aliyên Rûsî li ser pirsa Sûriyê bicive.

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ta 25 vê mehê berdewam e, ku dê ligel Serokê wî welatî Vladîmîr Putîn û herwiha Wezîrê Derve Sergey Laverov bicive, ew jî ji bo gotûbêjkirina mijarên mirovî, leşkerî û siyasî yên kriza Sûriyê.

Li gor hin aliyan , birêveberiya Emêrîkayê ev serdan pêşniyaz kir, şirovekar jî dibînin ku ev yek amaje ye ku Emêrîka peyameke wê ji bo Rûsyayê heye û dixwaze bi zelalî helwesta Putîn derbarê çareseriya siyasî û çarenivîsa Esed li Sûriyê bibihîse.

Rûsiya eşekre kiribû, ku eger e bi awayekî yekalî gavekê bistîne û hewl bide binpêkirinên agirbestê bi xwe rawestîne, ew jî weke bersivekê piştî ku Emêrîka pêşniyaza Rûsiya ya lidarxistina civîneke lezgîn ji bo gengeşekirina binpêkirinan qebûl nekiribû.

Tevî nakokiyên di navbera herdu aliyên Rûsî û Emêrîkî li ser hinek xalan û piştî dijberbûneke dirêj ji destpêka krîza Sûriyê, her du alî karîn bigehine proseyeke kar ji bo peydakirina çareyeke siyasî ji pirsa welatê Sûriyê re.