Şerê li Sûriyê wekî şerê cîhanê yê 3emîn tê nirxandin

Şerê naxweyî yê Sûriye di Adara 2011an de dest pê kir. Li ser vî şerî 5 sal derbas bûn. Lê şer hîn jî berdewam dike. Heta bi tevlibûna welatên mezin carcaran wekî şerê cîhanê yê 3emîn tê nirxandin. Li paytexta Tirkiyê Enqerê derbarê vî şerê li Sûriyê ku kete sala xwe ya 5 emîn panalek hat lidarxistin.

K24 – Enqere

Şerê naxweyî yê Sûriye di Adara 2011an de dest pê kir. Li ser vî şerî 5 sal derbas bûn. Lê şer hîn jî berdewam dike. Heta bi tevlibûna welatên mezin carcaran wekî şerê cîhanê yê 3emîn tê nirxandin. Li paytexta Tirkiyê Enqerê derbarê vî şerê li Sûriyê ku kete sala xwe ya 5 emîn panalek hat lidarxistin.

Di vê panela ku li ser şerê navxwe yê yê Sûriyê hate lidarxistin de, li ser dîrokê û qeyrana heyî hate rawestandin û behsa DAIŞê, Qaîde, hêzên navneteweyî û penaberan hate kirin.

Pisporê Rojhilata Navîn Muhîttîn Ataman diyar kir ku şerê li Sûriyê rê li ber 3 qeyranên gelekî giring vekirye û got: “Qeyrana Sûriyê, him qeyranek neteweyî ye him jî qeyranek herêmî ye ku aktorên herêmên Rojhilata Navîn tevlîbûne û herwiha ji ber penaberan ev qeyran, qeyraneke navneteweyî ye.”

Li gorî hin welatiyên Sûriyê, ew qeyran nîn e. Ev serhildaneke û şoreşek e. Ji ber ku malbata Esad gelek zilm li welatiyên Sûriyê kiriye û welatiyên Sûriyê jî li dijî wî dest bi şoreşê kiriye.

Rojnamager Hadî Abdullah bal kişand ser giringiya şoreşê û zilmên malbata Esad û got: “Gel têne azadî xwest. Lê belê Esed bi bombeyên fosforê zarok, jin, pîr kuştin û ew kiryara kuştinê hê jî berdewam dike. Rusya û PKK alîkariya Esad dikin. Rûsya bi hinceta DAIŞê hat, lê belê mirov kuştin. Bo mînak li Îdlîbê DAIŞ tune ye, lê Rûsyayê ev der bombebaran kir.”

Li aliyê din, endamê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Xalid Xoca, ragihandina fedaralîzmê rexne kir û bal kişand ser Cînêv e û got: “Rûsya di Cînevê de daxwazên xwe wekî xwestinên raya giştî nişan dide. Rûsya dixwaze Sûriyê parçe bike. Ji ber ku fêm kir nikare Sûriyê wekî parçekî kontrol bike. Lê belê welatiyên Sûriyê destûr nade vê yekê. Herwiha welatî çi bixwazin divê wê yekê bikin. Divê hevdîtinên Cinêvê jî berdewam bikin.”

Piştî ku şer dest pê kir û rojbiroj ev şer geştir bû, welatiyên Sûriyê koçî welatên din kir. Li gorî pisporan ji ber vê koçê qeyraneke navneteweyî peyda bûye. Li aliyê din ji bo paşeroja Sûriyê li Cînevê hevdîtin pêk hatin û li gorî encama van hevdîtinan li Sûriyê, wê hikûmeteke demkî bê damezrandin û didemek zû de wê hilbijartinek bê organize kirin.