YE: Divê şerê li Sûriyê bi dawî were

Agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de, destpêkirye, herwiha proseya alîkariyên mirovî jî li wî welatî berdewam e, lê heta niha aliyên kirîzê negehiştine ti çareseriyeke siyasî.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Federica Mgrena ragehand ku, divê şerê li Sûriyê bi dawî were.

Derbarê vê mijarê de Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mgrena di kongreyekî rojnamevanî de ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura wiha got: "Penbaerên Sûriyê bi zûtirîn dem dixwazin vegerin welatê xwe lewma divê şerê li wî welatî bi dawî were."

Mgrena da zanîn ku,pêwîste agirbesta li Sûriyê bidome û proseya gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî berfirehtir bibe.

Ji aliyê xwe ve jî  Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura aşkere kirk u, giringiya çaresekirina kirîza Sûriyê ne ji giringiya jinavbirina terorê kêmtire.

Agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de, destpêkirye, herwiha proseya alîkariyên mirovî jî li wî welatî berdewam e, lê heta niha aliyên kirîzê negehiştine ti çareseriyeke siyasî.