Parêzer Eren Keskin di bin kontrola dadê de ye

Seroka Komeleya Mafê Mirova yê berê û Hev Rêvebera Weşana Giştî ya Ozgur Gundem Eren Keskîn li ber rojnama Ozgur Gundemê hate darizandin. Li gorî biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya 10'emîn Parêzvan Eren Kesîn dê neşî derkeve dervayî Tirkîyê û her roj di bin kontrola edlî de be. Eren Keskîn ev biryar rexne kir û got, "Piştî ruxîna piroseya çareserîyê li ser Kurdan û sazîyên Kurdan astengî û bê huqûqî zêde bûn. Ev biryar jî yek ji wan biryaran e."

K24 – Stenbol

Parastinerê maf mirova parêzvan Eren Keskîn ji ber sedama ragirtinê 23 Adarê li Mehkema Cezaya Sulhê ya 10'emîn hate darizandin. Hev Rêvebera Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn li ber rojnama Ozgur Gundemê û nivîsê ku li vê rojnamê de nivîsîbû hate tewanbarkirin. Li gorî biryara Mehkema Cezaya Sulhê ya 10'emîn Parêzvan Eren Kesîn dê neşî derkeve dervayî Tirkîyê û her roj di bin kontrola edlî de be.

Ser vê biryarê li Komeleya Mafê Mirovan Liqa Stenbolê civîneke çapemenîyê hate li dar xistin. Seroka Komeleyê Zeynep Ceren Boztoprak ev biryarak Mehkemê rexne kir û bê huqûqî dit.

Biryara kontrola adlî û qedexekirina dervayî Tirkîyê ji alîyê Parêzvan Eren Keskîn ve jî tiştekî kêyfî û bê huquqî hate nîrxandin. Eren Keskîn ev biryara Mehkemê rexne kir û got: "Li ber piştgirî dayîna min ji bo Ozgur Gundemê ser min de sedî zêdetir doz hate vekirin. Dema ku proseya aşîtîyê berdewam dikir ev dozana kêm bû. Lê piştî ruxîna piroseya çareserîyê li ser Kurdan û sazîyên Kurdan ev doza zêde bûn. Ji van hiç yek jî hiquqî nîn in."

Parêzer Eren Keskîn dê her roj di bin kontrola dadê de biçe û bê. Heta ev doz tewaw bibe dê nikarebe derkeve dervayî Tirkiyê.