Li 18 gundên Farqînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
K24 – Diyarbekir
Qeymeqamiya navçeya Farqîn ya Diyarbekirê ji ber pirsgirêka ewlekariyê li 18 gund û taxên navçeyê qedexeya derketina derve ragihand.
Di daxûyaniya fermî de hate gotin ku ji ber ku aramiya welatî û herêmê ji hêzên “Rêxistina Terorî ya Cûdaxwaz” were parastin îro ji saet 11.00-ê Tirkiyê û pê de qedexe hatiye ragihandin.
Li gorî agahiyên fermî, hêzên ewlekariya Tirkiyê dê li herêmên qedexekirî li dijî hêzên PKK-ê dest bi operasyoneke berfireh bike. Heta daxuyaniyeke dî dê qedexe berdewam bike.
Gund û taxên ku hatine qedexekirin wiha ne: Bogazozu, Demirkuyu, Ozluce, Donenkaya, Tarakli, Esenyol, Duruseven, Gurpinar, Arikoy, Taşpinar, Çîgdemlî, Toklar, Kayadere, Kazandaxî, Kalemlî, Arataş, Başdegîrmen û Pinar.