Reveberê berê yê (Sî. Ay. Ey): Kurd zêdetir cihê bawerîyê ye, ji hemû hevpeymanên Emerîkayê li deverê.
K24- Hewlêr.
Maykil Heydin, rêvberê berê yê dezgeha navendîya saloxvnîya Emerîkayayê(SÎ.Ay.Ey) di hevdîtineka tybet de li gel Kurdistan24 ji Waşitinê, daxwaz ji rêvebrîya Obama dike, hevbendîyeka bi hêztir û tukmetir li gel Herêma Kurdistanê hebe, çunku wek ew dibêje: Kurd zêdetir cihê bawerîyê ye, ji hemû hevpeymanên Emerîkayê li deverê.
Maykil Heydin dibêje: Herêma Kurdistanê di dema çend salên bûrî, şîyaye bi awayeka baş bipêşkeve. Lew bi dîtina min, pêngaveka zîrekane dê bibe, eger Emerîka peywendîyên xwe kûrtir bike li gel Herêma Kurdistanê û xelkê wê, ku her ew beha hene bo jîyanê û wan divên hevpeymanê Emerîkayê bibin û wan hêzek jî heye, dikarin di dema şerr de pişta xwe pê girê bidin.
Maykil heydin, li2006-2009 rêveberê dezgeha saloxvanîya Emerîkayê (Sî.Ay.EY) bû.