Emerîka û welatên Kendavê Civata Berengarbûnê duristkirin.

Aşton Karter, wezîrê Bervanîya Emerîkayê ragehand ku ew l gel şazade Mehemed Selman Ebdulezîz wezîrê berevanîya Seûdîye rêkkevtine li ser pêkhînan Civateka Emerîkayî û Kendav bi aramanca berngarbûna tîrorê.

K24- Hewlêr:

Aşton karter, wezîrê Bervanîya Emerîkayê di kongireyeka rojnamevanî de ragehand: Emerîka û Seûdîye, Civata Berengarbûnê dê pêk bihînin. Di civatê de wezîrên bervanîyê dê rolên xwe hebin û erkê civatê jî, hevahengî û rêkxistina hewlan dibe  bo berengabûna tîrorê.

Aşton Karter, ragehand jî, meha dahatî, Civata Emerîka û kendavê yekem kombûna xwe dê li Riyad a paytexta Seûdîye dê bihê encamdan.

Hejî gotinêye heya niha Seûdîye û welatên Kendavê hîç ragehandin û axivtinên rojnamevanî nedane.