Artêşa Sûriyê navçeyên derdora Tedmurê kontrol dike

Artêşa Sûriyê bajarokê stratîjî Amiriyê ya li bakurê Tedmurê ji destê DAIŞê kontrol kir. Bi dehan malbat jî berve Dêrezorê direvin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê bajarokê stratîjî Amiriyê ya li bakurê Tedmurê ji destê DAIŞê kontrol kir. Bi dehan malbat jî berve Dêrezorê direvin.

Televizyona Sûriyê ya fermî îro ragihand ku, Artêşa Sûriyê piştî şerekî giran li dijî DAIŞê, karî bajarokê Amiriyê ya ser bi Tedmurê ve bi temamî Kontrol bike.

Hat ragihanad jî, li derdora firokxaneya Tedmurê ya leşkerî li aliyê rojhilatê bajêr, mîlîşyata ser bi Artêşa Sûriyê ve di şerekî giran de ne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ji ber şerê di navbera rêjîm û DAIŞê de, bi dehan malbat ji Tedmurê berve parêzgeha Dêrezorê direvin.

Ji hefteyekê de, Artêşa Sûriyê û bi piştgîriya firokeyên Rûsî dest bi kontrolkirina bajarê dîrokê Tedmurê kirine, herî dawî jî kelha Tedmurê ya dîrokî ji destê DAIŞê kontrol kirin.