Desteya Siyasî ya opozîsyonê daxwaza dûrxistina Ziubî dike

Piştê gotinên Serokê Şanda Opozisyona Sûriyê Es'ed Zuibî yên krêt di mafê netewa Kurd de. Desteya Siyasî di Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, ji Desteya Danûstaninên Cenêvê xwest ku Zuibî ji posta wî were derxistin, ku ev yek jî li ser xwesteka Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatibû kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştê gotinên Serokê Şanda Opozisyona Sûriyê  Es'ed Zuibî yên krêt di mafê netewa Kurd de. Desteya Siyasî di Îtîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, ji Desteya Danûstaninên Cenêvê xwest ku Zuibî ji posta wî were derxistin,  ku ev yek jî li ser xwesteka Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatibû kirin.

Lê ji aliyê xwe ve, Esed Zuibî, vê yekê red dike û ragihand, ku wî ti sivikî bi netewa Kurd nekiriye û ev yek ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tê kirin, bi armanca têkdana danûstandinên aştiyê.

Berî nêzîkî salekê, Zuibî di hevdîtinekê di radyoke Erebî de, bi tundî rexne li Kurdan kir û bi sivikî gotibû ku rêjeya Kurdên Sûriyê ji sedî yek in û gotinên ne baş li ser Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha Zuibî gotibû, di serdema Serokê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurdan daxwaza belgeyekê dikirin ku wek “Mirov” bêne jimartin, lê niha li ser xwîna gelê Sûriyê dixwazin dewletekê ava bikin, bo bibin mirov.

Herwiha gotibû, Kobanê bajarekî Erebî yê û ji aliyê Ereban ve yên di artêşa azad ve hatiye azadkirin, 10 Pêşmergeyan ku nikarîne rûbirûyî hejmareke biçûk ji DAIŞê li şengalê bibana, dê çawa karibin Kobanê rizgar bikin.

Ev hevdîtina Zuibî berî çend rojan hate belavkirin û bû cihê dilgiraniya tevahiya Kurdan li Sûriyê. Herwiha endamê ENKSê di danûstandinên aştiyê de Fûad Elîko weke nerazîbûnekê li ser gotinên Zuibi, roja dawî ji gera duyem ya danûstandinan de beşdar nebû.

ENKSê jî di daxuyaniyekê de, daxuyaniyên Zuibî şermezar kirin û daxwaza dûrxistina wî ji şanda danûstankar bê dûrxistin. ENKS tekez kir, ew dê berdewam be di danûstandinan de, ji ber ku ew projeyeke netewa Kurd e û ti carî jî ji projeya xwe ya dîrokî danakeve.