Ban Ki-Moon gihêşte Hewlêrê
K24 – Hewlêr
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon di riya firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî gihêşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon di riya firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî gihêşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokê Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryar e, Ban Ki-Moon piştî serdana Hewlêrê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bicive.
Îro Ban Ki-Moon ligel şandekê ku ji Serokê Banka Navdewletî û Serokê Banka Geşepêdana Îslamî serdana Bexdayê kirin û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yên Iraqî civiyan.
Li Herêma Kurdistanê, Ban Ki-Moon dê di derbarê rewşa penaberan û pirs û mijarên rojevê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gotûbêj bikin.