NATO ji ber metirsiya Rûsyayê hêzên xwe xurt dike

NATOyê piştî 2 salan lûtkeya xwe, li Warşovaya paytextê Polonyayê di 8-9 Tirmehê de dê li dar bixe. Ji niha ve ji bo vê lûtkeyê amedekarî û herwiha nîqaş dest pê kirin. Li paytexta Tirkiyê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Derve yê Corciyayê derbarê vê lûtkeyê de panalek hat lidarxistin.

K24 – Enqere

NATOyê piştî 2 salan lûtkeya xwe, li Warşovaya paytextê Polonyayê di 8-9 Tirmehê de dê li dar bixe. Ji niha ve ji bo vê lûtkeyê amedekarî û herwiha nîqaş dest pê kirin. Li paytexta Tirkiyê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Derve yê Corciyayê derbarê vê lûtkeyê de panalek hat lidarxistin.

Rûsya di van çend salên dawî de polîtikayên berfirehkirina xaka xwe dişopîne û ji bo welatên NATOyê, roj bi roj dibe welatekî xeternak. NATO jî ji ber vê metirsiya Rûsyayê hêzên xwe yên bergiriyê xurt dike. Herwiha bi sedema “Şerê Sar” hejmara welatên di NATOyê de beşdar, zêde dibin.

Pisporê Qefqasyayê Prof. Dr. Kamer Kasım bal kişand ser “Şerê Sar” û helwesta Rûsyayê û got: “Cîhan, bi xelasbûna “Şera Sar”, dîsa derbarê aştiyê de axivîn. Hin welatên wekî Corciyayê ku ji aliyê ewlehiyê ve kêmasiyên xwe hebûn dest bi xurtkirina ewlehiya xwe û her wiha entegrasyona bi Yekîtiya Ewropayê û NATOyê re kirin.“

NATO ji ber kiryarên Rûsyayê bergireyên xwe zêde dike. Ji ber ku Rûsyayê di sala 2008an de êrîşî Corciyayê û di sala 2014an de jî mudaxaleyî şerê navxweyî yê Ukraynayê kir. Herwiha paşê jî Qirim li xaka xwe zêde kir. Ji ber van kiryarên Rûsyayê NATO û Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşan dabûn.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Corciyayê David Dondua diyar kir ku entegrasyona bi NATO û Yekîtiya Ewropayê re gelekî girîng e û anî ziman: “Bi gemarokirina Qirimê, Rûsyayê helwesteke gefxwarinê nîşan da. Li ve derê ev ji bo Yekîtiya Ewropa û NATOyê peyamek bû. Corciyayê jî ji ber vê di ewlehiya xwe de ber pêşketinê ve diçe û dikare alîkariya NATOyê bike.“

Ev lûtkeya Warşovayê dê bi beşdarbûna namzed û 28 endamên welatên NATOyê, di 8-9ê Tîrmeha 2016an de li dar bikeve. Herwiha welatên Rojhilatê Ewropayê hêvî dikin ku di ve lûtkeyê de bibin endamên NATOyê.