Şêx Deham El-Hadî: Kurd welatparêzin

Di 17ê vê mehê de, TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedralîma Rojava û Bakurê Sûriyê ragehan, li gor hinek pêkhateyên Ereb ew herêm Sûriyê parçe dike.

K24-Qamişlo

Hevserokê Kantona Cizîrê û Serokê eşîra Şimeran Şêx Deham El-Hadî ragehand ku, Kurd welatparêzin, eger ne ji Kurdan ba me nedikarî xwe biparêzin.

Derbarê vê mijarê Hevserokê Kantona Cizîrê û Serokê eşîra Şimeran Şêx Deham El-Hadî di civînekî berfireh ya eşîrên Ereban ji K24ê re got: "Şehêdên Kurdan şehîdên tevahiya Sûriyê ne, Kurd welatperwerin, Kurdan gelek qurbanî di şerê li dijî DAIŞê dane."

Deham El-Hadî da zanîn ku, eger ne ji Kurdan ba me nedikarî xwe biparêzin û civînên xwe li darbixin.

Di 17ê vê mehê de, TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedralîma Rojava û Bakurê Sûriyê ragehan, li gor hinek pêkhateyên Ereb ew herêm Sûriyê parçe dike.