Gumanlêkirîyê sêyê yê teqînên Biroksilê hat girtin.

Jêderên nûçeyên Belcîkayê belavkirin, polîsên ewî welatî, sêyem gumanlêkirîyê hêrişên Biroksilê girt ku di dema teqînan de wî bi kamîre çavdêrîya wan xwekûjan dikir ewên li firokexane ya nêvdewletî ya Biroksilê xwe teqandin.

K24- Hewlêr:

Malpera Sikay Niyûz a Erebî, belav kirîye, Feysel Şefo, wek rojnamevanekê serbest (firîlans) kar dike, ji alîyê polîsên belcîkayê ve hat girtin bi tuhmeta hebûna peywendîyê  bi teqînên Biroksilê.

Jêderkê asayîşî ragehandîye, Feysel Şefo li pêş navendeka wergirtina penaberan li Biroksil a payetext  a Belcîkayê hatîye girtin.

Dezgehên ragehandinê belavkirîne ku renge Şefoy, Necim û Îbrahîm Bekrawî gehandibin firokexane ya nêvdewletî ya  Biroksilê.

Hinek ji dezgehên ragehandinê belav kirine, Fesel Şefo her ew kesê ( kilav li sere ) ku li gel Necim û Îbrahîm Bekrawî derkevtine.