Tirkiyê: Armanca me parastina yekgirtina niştimanî ya Misûlê ye
K24-Stenbol
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmus ragehand ku, hebûna leşkerên Tirkiyê a li derûdora parêzgeha Misûlê bo yekgirtiya netewî ya wê bajarê ye.
Kurtulmuş îro, li bajarê Stenbolê piştî nimêja sibê pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, hebûna leşkerên wan a li derûdora Misûlê ji ber kampa Başîkayê ye. Ew xwedî hêzeka mezin in ku, leşkerên xwe yên li wir biparêzin. Armanca wan parastina yekgirtina niştimanî a Misûlê ye û li hemberî bûyerên xeternak ew bergiriyên ewlekariyê distînin.
Serekaniya Tirkiyeyê jî ragihand ku, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de fîşekên Katyuşayê li aliyê Kampa Başîkayê jî ketiye û leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.