Amerîka: Paşeroja Sûriyê wê bê Esed be

Di 14ê vê mehê de danûstandinên gera duyem ya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kirbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Michael Ratni ku, qonaxa veguhêz li wî welatî wê bê beşdariya Esed be.

Gera duyem a civînên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê de bi dawî hatin, derbarê vê yekê Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Michael Ratni daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Amerîka li ser piştîwaniya desteya bilind a Danûstandinên opozîsyonê re berdewame, herwiha qonaxa veguhêz li wî welatî bê Esed wê pêk were."

Ratni da zanîn ku, Nûnerê Neteweyên Yekbuyî Staffan De Mistura ji bo Sûriyê belav kiribun, derfeteke ji bo daxwazên gelê Sûriyê û dikare bibe nexşerêyek ji bo bûyerên pêşerojê.

Di 14ê vê mehê de danûstandinên gera duyem ya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kirbûn.