Di Kongreya KCDê de daxwaza yekrêziya Kurdan hate kirin

Kongreya Civaka Demokratîk KCD, di 30ê Çiriya Pêşîn ya 2007-an de, wek siwaneke siyasî hat damezrandin. ev kongre jî yekemîn Kongreya Awarte ya KCDê bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2ca52bef-bae7-436b-a771-9fdfec02c052/Kongreya%20KCD.ism/manifest

 

K24-Amed

Li Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê di Kongreya awarte ya KCDê de, pêwistiya yekîtiya Kurdan û li gor rewşa nû destnîşan kirina rê û rêbazên siyasî derketin pêş.

Kongre bi axaftina Hevseroka berê ya KCDê Selma Irmak destpê kir. Irmak bibîrxist ku, di destpêka sedsala 20-an de, dagirkeran, li ser neyek rêziya gelê Kurd peyamanan çê kirine û welatên wan dagir kirine, dazanîn ku ger îro jî Kurd li xwe mikûr nebin û pêkve helwesta xwe li gor berjewendiyên hemû Kurdan diyar nekin metirsiya ku heman tişt dubare bibe heye.

Endama Meclîsa Rêvebiriyê ya nû û parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemir jî, ji Kurdistan24 re diyar  kir ku, ewê di serdema nû de, zêdetir xebatên xwe ji bo pûç kirina nekokiyên navbera rêxsitinên Kurd bikin da ku bi pir rengiya xwe yekhelwestiya gelê Kurd di vê rewşa girîng de derbikeve pêş.

"Li hember van polîtîqayên qirkirinê, tune kirinê û asîmilasyonê, KCD hemleyeke nû dide destpê kirin û dê bi vê hemleya nû xwe birêve bibe."

Di Kongreyê de, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demirtaş û Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan HDKê Sîbel Yiğîtalp jî di gotarên xwe de, balkişandin ku, li Tirkiyeyê partiyên opozisyonê û Hikûmeta AKPê li ser dagirkirina mafên gelê Kurd bûne yekhelwest.

Nivîskar û Rêvebirê KCDê Îrfan Babaoglû jî dazanîn ku, divê bigel û aliyên din re, em hevkarî û pêwendî deynin, lê ji bo çarenûsa gelê Kurd divê Kurd mil bidin hev û ji bin dagirkerî zordestiyan rizgarbibin, derbarê vê yekê wiha ji K24ê re axifî: "Gelek gelek delegeyên me hatin binçav kirin, girtin û gelek ji wan ji kar dûr man, hatin dûr xistin. A rastî kongreya asayî di meha Îlonê de bû, lê ji ber vê rewşa awarte me 6 meh berê lidarxist."

Kongreya Civaka Demokratîk KCD, di 30ê Çiriya Pêşîn ya 2007-an de, wek siwaneke siyasî hat damezrandin. ev kongre jî yekemîn Kongreya Awarte ya KCDê bû.