Fûad Elîko: Me li ser belgeya De Mistura imze nekirye

Civînên gera duyemîn a kongreya Cenvê3 bi dawî hatin, biryare gera siyemîn jî di 9ê meha bê de destpê bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di di şanda Opozîsyona Sûriyê de li Kongreya Cenêv3 Fûad Elîko ragehand ku, wan heta niha li ser belgeya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Misuta imze nekirye.

Derbarê belgeya De Mistura Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di di şanda Opozîsyona Sûriyê li Kongreya Cenêv3 de Fûad Elîko ji rojnameya El-Şeriq El-Ewswd re daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Desteya Bilind a Danûstandinan piştî deh rojav bi armanca stendina beriyarekî derbarê belgeya Stffan De Mistura wê bicive."

Elîko diyar kir ku, wan heta niha belgeya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura imze nekirye.

Derbarê beşdarbûna wan di gera siyem a danûstandinan de, Elîko ji rojnameya navborî re da zanîn ku, biryara beşdarbûna gera siyem a denûstandinan hê zûye were standin, tekez kir ku, berî 9ê meha bê wê biryarê bistînin, aşkere kir ku, ew hebûna Esed di pêşeroja Sûriyê de qebûl nakin.

Civînên gera duyemîn a kongreya Cenvê3 bi dawî hatin, biryare gera siyemîn jî di 9ê meha bê de destpê bikin.