Kurdistanê 100 milyar dinaran qerdare ji pere yên dermanan û keriste yên pizîşkî.

K24- Hewlêr:

Hikumeta Herêma Kurdistanê 100 milyar dinar qerdarê kompanyayane  ji pere yên derman û keriste yên pizîşkî. Komîte ya Saxlemîyê û Jîngeha Perlemana Kurdistanê, hikumeta Bexdayê tawanbar dike ku heya niha nîve ya pişka Herêma Kurdistanê ji dermanan nedaye.

Awza Hemîd Efendî, endama Komîteya Saxlemîyê û jîngehê li Perlemana Kurdistanê,got: Bexda heya niha 40% ji derman û pêdivî yên pizişkî yên Herêma Kurdistanê dabîn dike. Ev di demekê de ye, ku divê Bexda 70% ji pêdivî yên derman û pizîşkî dabîn bike. Nebûna dermanan hikumeta Herêma Kurdistanê naîar kirîye, girêbestan li gel kompanyayan wajû bike bo kirrîna dermanan, piranîya caran jî ew dermanên Bexda dişîne dema we nêzîke bi ser biçe.

Diktor Xalis Qadir, gotebêjê wezareta Saxlemîyê dibêje: Me heftêya bûrî rêkkevtin li gel wezareta Saxlemîya Îraqê wajû kirîye, daku ew dermanên ku pêdivîne bo koçberan bi cuda bişînin, çunku giranîyeka mezin li ser Herêma Kurdistanê çê kirîye. Li gor ewê rêkkevtinê divê Bexda li gel pişka parêzgehan li gor hijmara koçberan dermanan bo Herêmê Bişîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5a46b44b-015b-46c3-aec7-3c77de4913dc/DARMANE%20Harem.ism/manifest