Tirkiyê çûna 350 penaberan bo Ewropayê rawestand

Di 5ê Nîsanê bê de dê dest bi vegerandina penaberan were kirin, penaber wê li navçeya Dîkîlî wê bên komkirin

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Îzmîrê, piraniya wan welatiyê Myanmarê 350 penaberên ku xwestin derbasî Yûnanîstanê bibin, ji hêla hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatin binçavkirin.

Keştiya Ewlehiya Beravê,  4 mîl dûrê qeraxa navçeya Dîkîliya Îzmîrê, di nav 5 belemên lastîk de penaber dîtin. Penaberên ku xwestin derbasî girava Mîdîlî ya Yûnanistanê bibin hatin rawestandin.

Penaberên ku piraniya wan welatiyên Myanmar û welatên başûrêrojavayê Asyayê ne, dan zanîn ku,  ji ber fişara ser misilmanan û sedemên aborî berê xwe dane Ewropayê. 

Penaber li Salona Sporê ya Dîkîlî hatin komkirin û wê di Birêveberiya Ewlehiya Îzmîrê Beşa Biyaniyan de bên bicihkirin.

Li aliyiyeke din ve, li navçeya Dîkîlî, amadekariya bo penaberên ku ji Ewropayê paşve bên zivirindan, berdewam dike. Li gorî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, di roja 5ê Nîsanê de dest bi vegerandina penaberan tê kirin û penaber li navçeya Dîkîlî wê bên komkirin