Li Dîloka Bakurê Kurdistanê 6 endamên DAIŞê hatin girtin

Di teqîna Enqerê de piraniya wan endamên HDPê 102 kesan canê xwe ji dest dabûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Dîlokê 6 endamên DAIŞê tevî otombêla bombebarkirî hatin girtin. Hat xuyakirin, pêwendiya kesên hatine binçavkirin bi encamderên teqînên Gara Enqereyê re heye.

Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê, 6 endamên DAIŞê ku, taybet hatine perwerdekirin û xwestin teqînan pêk bînin, di operasyonekê de hatin binçavkirin.

Hat ragehandin, pêwendiya kesên hatine binçavkirin bi encamderên teqîna gara Enqerê re heye ku di wê teqînê de piraniya wan endamên HDPê 102 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Endamên DAIŞê piştî lêpîrsîna dozgeriyê derketin pêşberî dadgehê û her 6 kes jî hatin girtin.