Li Rihayê bombeyek teqiya:3ê leşker birîndarbûn
K24-Riha
Li bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin di otombêleke leşkerî de hat teqandin. 3 leşker birîndar bûn.
Li ser rêya Sîwerek û Wêranşarê, bombeya ku berê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna otombêleka serbazî de hat teqandin.
Otombêla serbazî zirarek mezin dît û li gorî agahiyên destpêkê 3 serbaz birîndar bûn. Serbazên birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Sîwerekê.
Di encama wê teqînê, di rê de çaleke mezin vebû, piştî bûyerê hêzên ewlehiya Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.