87 milyon zarok li navçeyên şer dijîn

Di meha Sibatê de li gorî Wezareta Navxweyî hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê 1milyon û 385 hezar bû, lê piştî vê agahiyê hefteya borî Cîgirê Serokwezîrê TirkiyêYalçin Akdogan ragihand ku, ev hejmar bûye 2milyon û 733 hezar penaber
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aa316512-cc0c-4d12-a46a-2fe6e4044b57/ZarokenLiHeremenSherDijin.ism/manifest

K24-Enqerê

 Li gorî raporta Fona Alîkariya Bo Zarokan Ya NeteweyênYekbûyî (UNICEF) 87 milyon zarokên ji 7 salî biçûktir li wan herêman dijîn ku şer lê heye .Ev zarokên şer lê qewimî ji warên biewle, heval û malbat, lîstik û jiyana rûtin bêpar dimînin.

Li gorî xebata kompanyayên rapirsînê li herêmên ku şerên navxweyî lê berdewam in 3milyon û 7 hezar zarok ji dayikbûne, ji her 3ê zarokan 1 ji vê hejmarê, ji zarokên Sûriyeyî pêk tê.

Li gorî sala 2013an hejmara wan zarokan ku alikariya wan nehatiye kirin du qat zêdetir bûye. Ji wan kesan ku alîkariya wan nehatiye kirin 2 milyon jê zarok in û 200 hezar jê jî ji ber şer tengavbûne.

Li gorî raporta NeteweyênYekbûyî ji 4 milyon 720 hezar penaberên Sûriyeyî, 2 milyon û 200 hezar jê zarok in. Li dora 140 hezar zarok li sirgûnê hatine dinyayê. Li ber welatên din li Tirkiyê ev hejmar hê zêdetir e. Saziyên serbixwe yên lê kolînê jî radigihînin ku li Tirkiyê hejmara wan zarokan ku wekî penaber têne dinyayê li dora 170 û 200 hezarî ye.

Li gorî UNICEFê hejmara zarokên penaber yên tomarkirî, li Tirkiyê 1milyon û 420 hezar zarokin.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Enqerê Hîlal Çelik wiha ji K24ê re got:

"Hejmara wanzarokan ku jiber şerê li Sûriyê berdewam e,hatineTirkiyê gelekî zêde ye. Ew ji dê û bavên xwe dûr in, di nava wê xizanî û şerpezeyiyê de dijîn ku her nayê gotinê. Peyman nameya Lêvegarandinê ne çareserî ye. Lewma NYdivê li her welatî warênistîh damê zêdetir bike û ji aliyê aborî ve piştevaniya malbatên van zarokan bike."

Agahiya herî balkêş jî ya ku di van raportan de derdike ve pêş ya li ser zarokên bêwelat e.Li gorî raporta Komîsyona Bilind a PenaberênNeteweyênYekbûyî (UNHRC) ji wan 10 milyon kesên ku bê welat in ji 3an yekê wan ji zarokan pêk tê. Sedema vê zêdebûnê ew e ku, serê 10 deqîqeyan carekê zarokek tê dinyayê.

Derbarê vê babetê jî Serokê Kompnayeya Rapirsinê (OPTİMAR) Hilmî Daşdemîr wiha ji K24ê re axifî:"Bêtir zarok û jin di şer de diêşin. Zarok û jin di van şeran de wekî mal û metayekê têne firotin. Em li ser mirina wan zarokan xemxur in ku, di Deryaya Egeyê de dimirin,lê em li ser wan zarokan ne xemxur in ku, têne îstîsmarkirin û tûşî destdirêjiyê dibin. Her ji çi milletî bin,di çarçoveya Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya NY de pêwîst e mafên zarokan bêne parastin."

Li Tirkiyê jî gengeşiyên li ser penaberan û zarokên penaber her berdewam in. Di meha Sibatê de li gorî Wezareta Navxweyî hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê 1milyon û 385 hezar bû, lê piştî vê agahiyê hefteya borî Cîgirê Serokwezîrê TirkiyêYalçin Akdogan ragihand ku, ev hejmar bûye 2milyon û 733 hezar penaber. Heta li gorî îddiayeke din piştî peymanên ku, bi Yekîtiya Ewroyê re hatine girêdan hejmara penaberên li Tirkiyê dê bibe 4 milyon.