Erdogan: 355 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan hejmara endamên hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKyê ku piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan hejmara endamên hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKyê ku piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Erdogan da zanîn ku ji Tîrmeha 2015an ve, 215 leşker, 133 polîs, 7 cerdevan û bi giştî 355 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Li gor Serokomar herwiha 5 hezar 359 endamên PKKyê jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê PKKyê ve derbarê hêjmara hêzên ewlekariyê û gerîlayên ku piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê ji heta niha ve canê xwe ji dest dane daxuyaniyek bi giştî nehatiye dayîn.