Amûde: Xwepêşandan li dijî nijadperestê Ereb

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Amûdê, xwepêşandanek li dijî nijadperestên Ereb yê opozîsyona Sûriyê birêve birin.

K24 – Amûde

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Amûdê, xwepêşandanek li dijî nijadperestên Ereb yê opozîsyona Sûriyê birêve birin.

Peyamnêrê K24ê li Amûdê ragihand, ENKSê li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, îro xwepêşandanek li dijî daxuyaniyên şovînî yên hin serkirdeyên opozîsyona Sûriyê, derbarê Rojavayê Kurdistanê de birêve birin û daxwaza dûrxistina wan ji nûnertiya gelê Sûriyê kirin.

Ji demekê de, hin endamên opozêsyona Sûriyê li medyayên curbicur daxuyaniyên şovînî û kirêt di dermafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de belav dikin.

Yek ji wan jî, Serokê Desteya Bilind a danûstandinên opozsyona Sûriyê li Cenêvê Es'ed Zuibî di hevdîtinekê di radyoke Erebî de, bi tundî rexne li Kurdan kir û bi sivikî gotibû ku rêjeya Kurdên Sûriyê ji sedî yek in û gotinên ne baş li ser Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha Zuibî gotibû, di serdema Serokê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurdan daxwaza belgeyekê dikirin ku wek “Mirov” bêne jimartin, lê niha li ser xwîna gelê Sûriyê dixwazin dewletekê ava bikin, bo bibin mirov.

Xwepêşandêran daxwaz kirin ku pêwîst e ev kesên nejadperest di zûtrîn dem de ji desteya danûstendekar bêne dûrxistin. Ji aliyeke di ve, xwenîşandêran tekez kirin, ku divê pirsa federalîzmê li ser maseya danûstendênên Cinêvê bête danîn.