Welatên herî ewle yê cîhanê li ku derê ne?

Wezareta Karê Derve yê Brîtanyayê, derbarê welatên ewle û xeter de lêkolînek çêkir û nexşeyek amade kir. Li gorî vê nexşeyê welat wekî “Xetera Bilind”, “Xetera Giştî”, “Xetera Pêşine” û “Xetera Kêm” hatine dabeşkirin. Cihên herî xeter jî Rojhilata Navîn, Ewropa û Rûsya ne.

K24 – Enqere

Wezareta Karê Derve yê Brîtanyayê, derbarê welatên ewle û xeter de lêkolînek çêkir û nexşeyek amade kir. Li gorî vê nexşeyê welat wekî “Xetera Bilind”, “Xetera Giştî”, “Xetera Pêşine” û “Xetera Kêm” hatine dabeşkirin. Cihên herî xeter jî Rojhilata Navîn, Ewropa û Rûsya ne.

Tirkiyê û hemû welatên Rojhilata Navîn û Welatên Ewropa yên wekî Brîtanya, Fransa, Îspanya û Rûsya piştî “Behara Ereban” di bin xeteriyê de ne û ev der wekî cihên xetera bilind hatine nîşankirin. Lê li gorî raporta Brîtanyayê 40 welatên herî xeter hene û di serî de jî Brûksel tê û di warê ewlehiyê de jî welatên kêm pêşketî tên.  

Berpirsyarê Kompanya MAKê Mehmet Alî Kulat bal kişand ser teqîna Belçîkayê û ji K24ê re got: “Heger kesek bixwaze xwe biteqîne, dev ji jiyana xwe berde, li hemû cihan dikare xwe biteqîne. Ji ber vê em nikarin bibêjin ku ev welat ewle ye an jî ew welat ne ewle ye. Bo mînak me di teqîna Brûkselê de dît.”

Li gorî nexşeyê, cihên herî ewle yên cîhanê wek Tûrkmenistan, Mogolistan, Efrîqaya jêr Sahrayê, Qamboçya, Papûa Gîneya Nû, Guyana, Koreya Bakûr, Surînam, Ekvador, Bolîvya, Bhutan, Urugûay, welatên Qerayîb û Meksîka ne.

Herwiha li gorî lêkolînê, hin welatiyên ku li welatên wan teqîn çê bûye an jî egera teqînê heye, gelek ditirsin û dixwazin ji bo betlaneyê biçin welatekî ewle.

Derûnînas Berîl Papuççuer bal kişand ser metirsiya mirovan û axivî: “Hemû kes di nav metirsî û xemgîniyê de ye  û derûniya gel xerab bûye. Ketine depresyon ê. ji ber ku gel ji mêrinê ditîrsin. Ji ber vê jî gel naxwaze derkeve derve an jî biçe ser karê xwe.”

Herwiha li gorî nûçeya ajansa Emerîkayê Associated Pressê (AP), DAIŞê 400 endamê xwe ji bo ku li Ewropayê êrîşan pêk bîne, perwerde kiriye û şandîye Ewropayê. Ev 400 kes di kampên Sûrî û Iraqê de perwerde bûne. EUROPOLê jî raportek belav kir ku van îdiayan piştrast dike.