Gorên bikom yên Şingalê tên vekirin

Ji destpêka meha bê ve, Herêma Kurdistanê û rêxistinên ser bi Newtewên Yekbûyî ve, dest bi vekirina gorên bikom yê Şingalê dikin û heta niha 25 gorên bikom yên Kurdên Êzdî hate dîtin. Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalan jî dibêje ku, heta niha 25 gorên bikom û nêzîkî hezar û 300 term hene.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/265254e5-8098-452b-bfa1-2ef5208a29ce/haldanwai%20gorakan.ism/manifest

K24 – Şingal

Ji destpêka meha bê ve, Herêma Kurdistanê û rêxistinên ser bi Newtewên Yekbûyî ve, dest bi vekirina gorên bikom yê Şingalê dikin û heta niha 25 gorên bikom yên Kurdên Êzdî hate dîtin. Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalan jî dibêje ku, heta niha 25 gorên bikom û nêzîkî hezar û 300 term hene.

Herêma Kurdistanê û rêxistinên ser bi Newtewên Yekbûyî ve dest bi vekirina gorên bikom yê Şingalê dikin, Ev ye di demekê de, ku endamekî Komîteya Bilind bo Genoocidekirina karesata Kurdên Êzdî aşkere dike, hejmarek jinên Êzdî li derveyî Iraqê ne û hîn 3 hezar û 500 Kurdên Êzdî jî di bin destê DAIŞê de ne.

Gorên bikom karesata Kurdên Êzdî têne vekirin, Komîteya Bilind bo Genoocidkirina karesata Kurdên Êzdî û pêkhateyên din, heta niha 25 gorên bikom destnîşan kirine, ligor amarên ne fermî ku dora hezar û 300 term tê de hene.

Rêxistina navdewletî ya taybet bi jînosaydê ji K24ê re ragihand ku, ew karesata ser bi Kurdên Êzdî hatiye Genoocid e, hemû cîhan dizane ku DAIŞê komkujî bi Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ve kirine, ligel gelê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zanistî wan goran vedikin.

Piştî êrîşa DAIŞê li ser Şingalê, DAIŞê ji bilî revandina 6 hezar keç, jin, zarok û pîr, nêzîkî hezar û 300 kes jî şehîd kirin. Heta niha jî dora hezar û 500 kes ji destê hatin rizgarkirin, hîn jî dora 3 hezar 500 kesên din jî li cem DAIŞê ne.