Irmak: Li deverên ku xendek tune bûn komkujî çê dibûn

Hevseroka berê ya KCDê û parlementera HDPê Selma Irmak ji K24ê re ragihand ku, kongireya KCDyê de diyar kiribû, ku ti saziyên wan ne terorîst e û rexne li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên di “Monîtor” girtibû. Irmak ragihand ku axaftina wê bi qest hatiye berevajîkirin. Irmak herwiha diyar kir ku kurd sedsala 21an dibe sedsala azadiya wan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka berê ya KCDê û parlementera HDPê Selma Irmak ji K24ê re ragihand ku, kongireya KCDyê de diyar kiribû, ku ti saziyên wan ne terorîst e û rexne li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên di “Monîtor” girtibû. Irmak ragihand ku axaftina wê bi qest hatiye berevajîkirin. Irmak herwiha diyar kir ku kurd sedsala 21an dibe sedsala azadiya wan.

Iramk got: “Şer û pevçûn ji hilbijartinên 7ê Hizêran de û heta îro berdewam e. di 7ê Hezêranê de HDPê nêzîkî 6 milyon deng wergirtibû û benda Parlementoyê derbas kir. Kurd bo xewnên Serokomar Erdogan bû asteng. Erdogan ev yek sedem girt û dest bi şer kir.”

Iramk derbarê kolandina xendekan de got: “Heger em bibêjin dewleta Tirk ji bo xendekan ev şer dest pê kir, ma çima li deverên ku xendek tune bûn komkujî çê dibûn? Ma li Varto, Diyadînê û Wanê xendek hebûn? heta şer hat meşandin. Kolandina xendekan wek parastina gol mirov dikare rewa bike.”

Irmak got jî: “Di 7ê Hizêranê de gel xwast bi riya siyasetê pirsgirêkan çareser bike, lê mixabin rê hatin xetimandin, gava rê bêne xetimandin û rê nemîne, helbet gel dê bi xendekan xwe biparêze. Di 26 û 27 Berfenbarê de me wek KCD me beyanameyek weşand, me tê de got ku, heger xendek û berîkat bêne rakirin, divê şer raweste û vegerin li ser guftûgoyê, bi birêz Ocalan re mezekereyan berdewam bikin, wê demê emê bi xwe van xendekan û barîkatan rakin. Lê bersiva dewletê di derheqê me de fezleke hatin vekirin.”

Irmak got jî: “Kolana xendekan ji bo gel parastinek e, gava ti çare nemîne helbet ewê xwe bi xendekan biparêzin. Di sala 1978 de gava rê li pêş gel nema, gerîla xistin pêşiya xwe û derketin çiyan. Mela Mistefa Barzanî çima derket çiya û çek hilgirt?, ji ber ku rê nema lê pêşiya wan nema.”  

Irmak di kongireya KCDyê de rexne li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî girtibû, ku Barzanî di hevpeyvîna ligel “Monîtor” de gotibû ku PKK û PYD yek in, bo vê yekê Irmak diyar kir û got: “Daxuyaniyên min hatine berovajîkirin, nêrîn û nêzîkbûna me ligel Barzanî diyar in. min xwast ku ez bibêjim ku berjewendiya Kurdan berjewendiyên hevpar in û divê em berjewendiyên giştî biparêzin. Em xwişk û birayên hev in, heger çi kêmanî li perçeyekê bû em dikarin rexneyên hev bikin.”