Yekem Karta Nîştîmanî kesûkarên şehîdekî wergirt.
K24- Hewlêr:
Dema diçîn fermangehên hikumî bo raperandin a karên xwe renge pêdivî bi nasname ya bare şaristanîyê, regeznameya Îraqî û Karta zanîyarî hebe, evê yekê jî hevwelatîyan bêzar dike, lê ji niha û paşve êdî ev namînin, belkû tenê te yek kart dê hebe bo raperandina karên xwe, ew jî Karta Nîştîmanîye.
Bo evê meramê jî yekem fermangeha derxistina Kart a Nîştîmanî li Herêma Kurdistanê hat vekirin. Ji bilî ku ev kart karên hevwelatîyan dê sanah bike, Kerîm Şingalî, wezîrê hindûrîyê hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje: Ev kart dibe banka zanîyarîyan bo hêzên asayîşê, kesûkarên şehîdekî jî bûne xwedîyê yekem Kart a Nîştîmanî.
Karta Nîştîmanî ew pirojeye ku dê bibe cihgirê nasnameya bare kesê û regezname û karta zanîyarî.
Di rêresmekê de yekemîn fermangeha derkirina Karta Nîştîmanî li Herêma Kurdistanê hat vekirin û ev bingeh dibe nehemîn fermangeh li seranserî Îraqê.
Wezîrê hindûrî yê hikumeta Herêma Kurdistanê hebûna Karta Nîştîmanî bi giring dazanîn û bi nerîna wî dibe banka zanîyarîyan bo hêzên asayîşê.
Tengijeya darayîyê nebûye berbest li pêşîya evê pirojeyê wek rêveberê regeznameya hewlêrê dibêje, eger hikumeta Îraqê hevaheng be û harîkar be li hemû bajar û bajarokên din evê fermangehe dê bihê vekirin.
Kesukarê şehîdekî jî ku kurên wan di dema berngarîbûna Daişê şehîd bûye li mihwera Mexmûrê, bûne xwedîy yekem Karta Nîştîamanî.