Kirby naveroka civîna Obama û Erdogan belav kir
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby ragehand ku, di hevdîtinên rayedarên Amerîka û Tirkiyê de dê şerê DAIŞ’ê, rewşa Sûriyê, PYD, sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê bên gotûbêjkirin.
Derbarê civîna rayedarên Amerîka û Tirkiyê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby daxuyaniyek belav kir tê de wiha hate gotin: Di hevdîtinên rayedarên Amerîka û Tirkiyê de dê şerê DAIŞ’ê, rewşa Sûriyê, PYD, sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê bên gotûbêjkirin.
John Kirby tekez kir ku, ew piştgiriya fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê nakin.
Biryare Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro, serdana Amerîkayê bike, lê heta niha nehatiye zanîn ku, ew dê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re bicive yan na.