Şandekî Rûsî serdana Tirkiyê dike

Piştî 24ê Çiriya Paşîn a sala 2015an ku, balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû xistin, cara yekeme ji Rûsyayê şandeyeke leşkerî hat Tirkiyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca nirxandin û kontirolkirina hin karûbarên leşkerî. Şandeke Rûsyayê serdana Tirkiyê dike, ew sand jî heta 30ê Adarê li Tirkiyê dimîne.

Serfermandariya Tirkiyê ragihand ku ji Rusyayê şandeyeke leşkerî ku ji 3 kesan pêk tê di çarçoveya belgeya Viyana ya Zêdekirina Tedbîrên Ewlekariyê û Hevkariya Ewlehiya Ewropayê de doh hat Stenbolê û ji vir derbasî Îzmîrê bûne.

Şandeya Rûsyayê li navçeya Foçayê ya Îzmîrê bo nirxandinên karûbarên leşkerî çûn serdana Serfermandariya Lîwayê ya Behrê. Leşkerên Rusyayê seranserê 2 rojan li Tirkiyê dê serdana xwe bidomînin.

Piştî 24ê Çiriya Paşîn a sala 2015an ku, balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû xistin, cara yekeme ji Rûsyayê şandeyeke leşkerî hat Tirkiyê.