PKK berpirsekî AKPê revand

Şahîn Çetînkaya diyar kir ku, derbarê bûyerê de Serokwezîr jî hatiye agahdar kirni û herwiha xebatên lêgerîna Serokê Şaxa Îspîrê didome

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê Serokê AK-Partiyê yê Şaxa Îspîrê Salîh Zekî Çetînkaya revand.

Birayê Salîh Çetînkaya Şahîn Çetînkaya da zanîn ku, ew ligel birayê xwe û hevalekî wan îro ji bajarê Erziromê ber bi bajarê Rihayê birêketibûn. Lê belê danê sibê saet 08:30an de li ser rêya Diyarbekir û Çêwlikê otomobîla wan ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye birîn û kontrola nasnameya wan kirine û li ser birayê wî nasnameya AK-Partiyê derketiye.

Piştî ku, hatiye zanîn birayê wî Serokê AK-Partiyê yê Şaxa Îspîrê ye ji aliyê gerîlayên PKKyê ve bi çavnûxûmandî hate revandin. Lê ew û hevalê xwe hatin berdan.

Şahîn Çetînkaya diyar kir ku, derbarê bûyerê de Serokwezîr jî hatiye agahdar kirni û herwiha xebatên lêgerîna Serokê Şaxa Îspîrê didome.