Karayilan: HPG ji çiyayan ve destekê dide berxwedana bajaran

Fermandarê Hêza Parastina Gel (HPG) radigihêne, HPG wê ji çiyê ve destekê bide berxwedana xweparastinê ya ciwanên Kurd a bi navê YPS'ê li nava bajaran dimeşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêza Parastina Gel (HPG) radigihêne, HPG wê ji çiyê ve destekê bide berxwedana xweparastinê ya ciwanên Kurd a bi navê YPS'ê li nava bajaran dimeşîne.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Mûrat Karayilan, peyamek arasteyî hemû gerîlayên li çeperên Başûr û bakurê Kurdistanê û ragihand, xortên Kurd li bajaran berxwedanê birêve dibin, lê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve êrîş li ser wan tê kirin, pêwîst e HPGê ji çiyayan ve piştgîrî û destekê li xelkê li nava bajaran bike, lê HPG nake bajaran.

Di beşek din ji peyama Karayalan dibêje, pêwîst e berpirsên Tirkiyê wê yekê baş bizanin ku mercên serkeftinaa di wê şerî de nîn e, nabe ciwanên Kurd û Tirk ji bo xatirê Erdogan bêne kuştin, tekane rê bo çareseriyê ew e ku, Rêberê PKKê Abdulah Ocalan were azadkirin û qebûlkirina Xweseriya Kurdan e.

Karayilan got, Tirkiyê nekarî li Şengal û Rojavayê pêşiya wan bigre û di demên pêş de ewê beşdarî operasyonên rizgarkirina Mûsil û Tel-Aferê jî bibin.

Ev peyam di demekê de tê ku nêzîkî salekê ye proseya aştiyê li Tirkiyê rawesta ye, şer û pevçûn li nava bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam in, ev yek jî bûye kuştina hejmarek mezin ji welatiyan, herwiha bi hezaran jî malbat cih û ware xwe hêştin û derbider bûn.