Li Şirnexê polîsekî canê xwe ji dest da

Li Şirnexê di şer û pevçûnên navbera hêzên Ewlehiya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de, polîsekî operasyonên taybet canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şirnexê di şer û pevçûnên navbera hêzên Ewlehiya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de, polîsekî operasyonên taybet canê xwe ji dest da.

Li Taxa Dîcle ya Şirnexê polîsekî operasyonên taybet, ji hêla nîşangirekî YPS'ê ve hat kuştin. Hat ragehandin li taxê pevçûnên dijwar rû didin.

Li Şirnexê di roja 14'ê adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin. Tank û alavên giran li nav taxan û dora bajêr hatin bicihkirin û taxan bombebaran dikin.

Parêzgariya Şirnexê her wiha ketin û derketina 8 navçeyên Şirnexê jî heta demekê nediyar ragehandibû.