Hevseroka DBPê Hafîze Ipek hate girtin

Piştî lêpirsînê ew her heft kes hatin berdan, lê Hevseroka DBPê Hafîze Ipek bû girtîgeha Amedê hate veguheztin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Hafîze Ipek bi tometa endambûn di rêxistinekî terorîste de hate girtin.

Hevseroka DBP ne tenê bi tometa ku ew endame di rêxistinekî terorîste hate girtin, lê ji ber ko yek ji endamên komîteya amadekar ya Newroza Amedê bû, ji bilî Havîze Ipek 7 kesên din jî yên heman komîteyê li gel wê hatin girtin.

Piştî lêpirsînê ew her heft kes hatin berdan, lê Hevseroka DBPê Hafîze Ipek bû girtîgeha Amedê hate veguheztin.