Esed hilbijartinên Parlamentoyê li paşxistin

Biryar bû di 13ê Nîsana bê de,hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê hatibane pêkanîn, lê bi fermana Esed bo 7ê Golana bê hatin paşxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed fermanekî Serokayetiyê derxist, tê de hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bo 7ê Gulana hatin li paşxistin.

Biryarbû hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê di 13ê meha bê de were lidarxistin, lê li gor çavkaniyekî rejîma Sûriyê li Şamê, derengiya şevê din Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed fermanekî Serokatiyê derxist, tê ew hilbijartin bo 7ê Golana hetin lipaşxistin.

Berî niha jî Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El-Caferî daxwaz ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura kir bû ku, civînên gera siyemîn a danûstandinên Cenêv3 bi egera hilbijartinên wî welatî werin li paşxistin, lê daxwaza wî ji aliyê De Mistura ve hatibû redkirin.

Biryar bû di 13ê Nîsana bê de,hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê hatibane pêkanîn, lê bi fermana Esed bo 7ê Golana bê hatin paşxistin.