DAIŞ derbasî gundekî Kobanê bû
K24-Kobanê
Çekdarên DAIŞê şeva borî piştî êrîşekî derbasî Zormixarê ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bûn.
Li gor peyamnêrê K24ê şeva borî çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser gundê Zormixarê ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Kobanê, di encam de şereke giran di navbera wan û Hêza Sûriyê ya Demokrat(HSD)de derket.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê heta niha encamên wî şerî nehatine zanîn û şer jî heta niha jî berdewame.
Gundê Zormixarê bi 30 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ye.