Ban Ki Moon daxwaza alîkariya penaberên Sûriyê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Ban Ki-Moon ragehand ku, pêwîste civaka navdewletî alîkar bin di piştgiriya penaberên Sûriyê de.
Derbarê piştgiriya penaberên Sûriyê û alîkariya wan, îro Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Ban Ki-Moon di kongreyekî rojnemevanî de li Cenêvê bang li hemû welatan kir ku, piştgiriya penaberên Sûriyê bikin.
Ban Ki-Moon aşkere kir ku, pêwîste ew welat di sala2018an de 500 hezar koçber bihewînin.
Li gor UNHCIR di sala borî de milyonek û 200 hezar penaber giheştine welatên Ewropayê piraniya wan ji navçeyên şer reviyan e.