YE di 4ê Nîsana bê de dest bi vegerandina penaberan bo Tirkiyê bike

Ji nebûna ewlehiyê û rewşa aboriya xirab li Sûriyê bi milyonan kes ji wî welatî koçberî welatên derdora wê û yên Ewropayê bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Komisyona Yekîtiya Ewropayê li Pirokselê ragehand ku, di 4ê meha bê de Yonanistan dê dest bi vegerandina wan kesên ku penaxwaza wan nehatine qebûlkirin bo Tirkiyê bike.

Derbarê vegerandina wan penaberan Berdevka Komisyonê daxuyaniyek belav kir tê wiha got: "Dê bi awayeke rêkûpêk veguheztina penaberên Sûriyê bo welatên Yekîtiya Ewropayê ku, bikevin şûna wan penaberan yên ku bêne vegerandin bo Tirkiyê û nehatine qebûlkirin dest pî bike."

Li gor amarên Komisyona Yekîtiya Ewropayê 4 hezar penaxwaz niha li Yonanistanê ne, ew penaber piştî rêkeftina Yekîtiya Ewropayê ligel Tirkiyê giheştine wî welatî.

Ji nebûna ewlehiyê û rewşa aboriya xirab li Sûriyê bi milyonan kes ji wî welatî koçberî welatên derdora wê û yên Ewropayê bûne.