Davutoglu roja înê diçe navçeya Sûrê ya Diyarbekirê
K24 – Diyarbekir
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davudoglu roja înê diçe navçeya Sûrê ya Diyarbekirê.
Davudoglu tevî Wezîra Jîngeh û Bajêrvanî, Wezîrê Çand û Geştiyarî û Wezîrê Geşepêdanê li navçeya Sûrê dê hevdîtinan bike.
Di rojeva Davudoglu de, piştî operasyonan jinûveçêkirina Sûrê û bo vê danîna nexşerê û parastina bermahiyên çandî jî hene.
Mizgeftên Qûrşûnî, Hezretî Silêman, Ereb Şêx, Hasirlî û Mînareya Çarling û Dêrên Ermeniyên Katolîk û Protestan ji pevçûnan zirarên mezin dîtibûn. Di planê de çêkirina wan bermahiyên dîrokî heye.
Hikûmeta Tirkiyê, derbarê navçeya Sûrê de biryara îstîmlakê da û dewlet bi vê biryarê dê hemû erdê Sûrê ji niştecihan bikire û bike malê dewletê.