Hiso: Rêjîmeke diktetor nikare sîstemeke demokratîk qebûl bike

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê dibêje, ragihandina sîstema federalîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê, ne bo perçekirina Sûriyê ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/65710941-df35-41ad-9245-017b6c3773ed/xarib%20haso.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê dibêje, ragihandina sîstema federalîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê, ne bo perçekirina Sûriyê ye.

Nûnerê PYDê li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso ji K24ê re ragihand ku, ferderalîzm baştirîn çareserî ye bo Sûriyê, herwiha ragihandina sîstema federalîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê, naye wateya perçekirina Sûriyê.

Hiso amaje bi wê yekê kir, heta niha ti hewestên gelek welatan derbarê ragihandina federalîzmê nehatiye aşkerekirin, lê bi derbas bûna demê civaka navdewletî dê nêrînên xwe biguhêrin.

Hiso derbarê gotinên Serokê Sûriyê Beşar Esed de, got: “Rêjîmeke diktetor nikare sîstemeke demokratîk qebûl bike, ji ber ku di federalîzmê de sîstema navendî nîn e, Pariya Beis jî her fêrî navendiyê bûye.”

Rêveberiya Xweser di 17 Adarê de li Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê ragihand. Îro Serokê Sûriyê Beşar Esed sîstema federalîzmê li Sûriyê red kir û ragihand ku, piraniya Kurdan di siya Sûriyayeke yekgirtî û bi sîstema navendî dixwazin bijîn.