Obama red kir ligel Erdogan bicive

Biryar e sibe û du sibe Serok û berpirsên hin welatên cîhanê bo beşdariya di lûtkeya çaremîn ya taybet asayişa atomî, serdana Washingtonê bikin, ewê bûye cihê balkêşiyê jî redkirina Serokê Amerîkayê Barak Obama ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe û du sibe Serok û berpirsên hin welatên cîhanê bo beşdariya di lûtkeya çaremîn ya taybet asayişa atomî, serdana Washingtonê bikin, ewê bûye cihê balkêşiyê jî redkirina Serokê Amerîkayê Barak Obama ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan e.

Berpirsekî Amerîkî ragihand ku, Obama tenê ligel hevşanê xwe yê Çînî Çî Cîng bing dê bicive, ti hevdîtinên dualî ligel ti serokekî din nake. Rojnameya “Wall Street” ya Amerîkî jî, li ser zarê berpirsekî Amerîkî belav kir, Obama red kir ku ligel Erdogan hevdîtineke taybet bike.

Herwiha wî berpirsî aşkere kir, Obama red kiriye ku Erdogan mizgeftekê li wîleyeta Maryland ya Amerîkî ava bike, ku Tirkiyê dê piştevaniya darayî yaw ê mizgeftê bike.

Amerîka û Tirkiyê di nava NATOyê hevpeyman in, lê ji ber piştevaniya Amerîkayê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re, Tirkiye nîgeran dibe. Erdogan jî ragihandibû ku, divê Amerîka yekê di navbera Tirkiye û YPGê de hilbijêre.

Tirkiye, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û YPGê wek rêxistinên ser bi PKKê ve û terrorist binav dike, lê Amerîka dibêje ku ew ji hev cuda ne û di warê mirovî û locistîk alîkariya Rojavayî Kurdistanê dike.

Herwiha Amerîka nîgeraniya xwe derbarê rewşa aloz ya azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê û guvaşa Erdogan li ser medyayê, radigihîne.

Biryar e, di civînên lûtkeya Asayişa Atomî de, pirsa rûbirûbûn û yekxistina hewla cîhanê bo jinavbirina DAIŞê gotûbêj bikin.