Yekemîn mala sêwiyan li Şamê tê vekirin

Ji destpêka kirîza Sûriyê heta niha, ev yekemîn mala sêwiyane tê vekirin.

K24-Navenda Nûçeyan

 Bi alîkariya çend rêxistinên mirovî yekemîn mal bû hewandina Sêwiyan bi navê Dar El-Eta li Xuta Rojhelata Şamê li Sûriyê tê vekirn.

Duh, bipiştgiriya Dezgeha "Raf " a Qeterî ku, erkê pereyên wê malê li xwe digre û bi serpereştiya rêxistina "Avakirina Şamê"  ya Sûrî yekemîn mal bû vehewandina zarokên ku di şerê li Sûriyêde, dê û bavê xwe ji dest dane, herwiha ew mal dê mafê xwendin û tendirûstiyê jî bo wan zarokan dabîn bike.

Derbarê wê malê ku taybet a sêwiyan e, Serokê Encûmena Rêveberiya Dezgeha Avakirina Şamê Eymen Şaban daxuyaniyek bo rojnameya El-qudsa Erebî belav kir tê de wiha got: Vekirina mala sêwiyan di vê rwşa niha de ji wan zarokê bê dê û Bav mayîn gelekî pêwîstbû.

Şaban da zanîn ku, di şeran de zarokan bikartînin, lewma divê em wan ji hemû aliyan ve biparêzin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê heta niha, ev yekemîn mala sêwiyane tê vekirin.