Daxwaz dihê kirin Heşd a Sûnne bihê pêkhînan.

Ereb ên Sûnne li Qertepe hewl ên xwe zêdekirine bo pêkhînan a hêzêkê bi navê Heşda Sûnneyan. Ev hewl a Sûnneyan di demekê de ye ku hêz a Pêşmerge û Asayîş parêzgarîyê li Qeretepe dikin û rêvebrînî ya Qeretepe jî evê hewlê bi pîlan didin zanîn bo alozkirin a rewş deverê.

K24- Hewlêr:

Ereb ên Sûnne li Qertepe hewl ên xwe zêdekirine bo pêkhînan a hêzêkê bi navê Heşda Sûnneyan. Ev hewl a Sûnneyan di demekê de ye ku hêz a Pêşmerge û Asayîş parêzgarîyê li Qeretepe dikin û rêvebrînî ya Qeretepe jî evê hewlê bi pîlan didin zanîn bo alozkirin a rewş deverê.

Selah Baban, endam ê Civat a Nahye ya Qeretepe, dibêje: Me li vir çi pêdivî bi Heşda Sûnneyan nîne, ew kas ên daxwa a wê yekê dikin, merem a wan têkdan a rewş a vire, hinek ji wan berî niha çek li gel Daişê hilgirtibûn, me weku rêberî ya vir, me qedexe kirîye Heşda Sûnneyan li vir bihê danan.

Fatih Selam, çavdêr ê sîyasî dibêje: di demekê de ku ev devere hatîye paraztin ji alîyê Pêşmergey ve, ser û mal ên hemû netewe û xelkên vi hatîye parazin, pêdivî bi hîç hêz ên din nîne û hebûna her hêzek din rewş a vir aloz dike û ev pîlanek a sîyasî ye lew daxwazê ji serkirdatî ya Kurd dikim rê ji evê pîlanê bigre û nehêle ev pîlan biserkeve.

Nahye ya Qeretepe ser bi qeza ya Xaneqîne, danîşvan ên wê ji Kurd, Ereb û Turkumanan pêk dihê. Hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê bê cudahî ya neteweyî û olî parêzgarîyî li deverê dikin. Hêz ên Pêşmerge bo pakijkirin a deverê ji Daişan 174 şehîd dane û zêdetir ji 800 Pêşmergeyan birîndar bûn heya aramî bo deverê vegerandin. Niha jî piştî vegerana tenahaî û aramîyê bo deverê ji alî yên Pêşmergeyan ve, hikumeta Bexdayê dixwaze Heşda Sûnneyan çê bike.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/23163f78-c117-4cca-9274-be7a51a8b239/qeretepe%20heshdi%20weteni.ism/manifest