Kar ê kolîn a tunêl a Benî Herîr bi dawî hat.
K24-Hewlêr:
Tunêl a Benî Herîr, yeke ji wan piroje yên sirtatîcî ku dû demjimêr rê ya di navber a Hewlêr-Soran dike 35 xulek ev jî pêngavek a giringe a avedankirinê dihê hijmartin bo geştûguzar û kêmkirin a bûyer ên hatinûçûnê.
Dirêjî ya Tunêlê 4Km e û nêzîkî 138 milyar Dînar ên Îraqî lêçûye û ji alîyê wezaret a Avedankirin Hikumet a Herêm a Kurdistanê budce jê re hatîye dabînkirin.
Parêzgarê Hwelêrê jî temambûn a pirojeyê bi giring dizane û bandor a xwe li peywendî yên Qezayan û Nahîyeyan û herweha nizav a bazirganî ya di navber a Herêm a Kurdistanê û Îranê.
Heya niha nêzîkî 7300M ji tûnêlê hatîye Kolîn û rê ya tûnêlê dû sayîd e û cihê pîyadeyan û hêmayên hatinûçûnê û 7 badok(vezivrîn) têde ne. tenê karê çîmentoyê maye. Ew karker û endazyar ên li vê Tûnêlê kar dikin Kurd û Turk in.
Nîzîkî dû salane kar dikin û hinek caran kar jî têde rawetaye, lê bi giştî kar hatîye kirin û li dû sal ên dahatî de jî kar ê çîmentoyê û Eliktrîk û teknîkî dê bihê encamdan. Di dem a karkirinê de herî mezin 300 karkeran têde kar kirîye û nêzîkî nîve ya evê hijmareyê ji Turkîya ve dihatin û yên din jî ji Kurdistanê bûn.
Di destêk a kolînê de avek a zehif derkevtîye, eger bi şêweyek baş reftar li gel evê avê nehatiba kirin renge arîşe bo Tûnêlê çêkiriba, jînge parêz jî dibêji dişêyîn bi awayek a baş mifa ji wê avê bihê wergirtin.