100 Pisporên Rûsî di rakirina mînan de giheştin Sûriyê

Di 27ê vê mehê Hêzên de, rejîma Sûriyê, bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê, bajarê Tedmûrê yê dîrokî ji destê DAIŞê kontirolkir.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekemîn tîma pisporên rakirina mîna ku ji 100 kesan pêk tê ji Rûsyayê giheşte navenda Himêmîm li Sûriyê.

Derbarê wê tîma pispor di rakirina mînan de, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, bi armanca beşdarî di proseya rakirina mînan ji nav şûnwarên dîrokî de, li bajarê Tedmûrê şandeka wan giheşte navenda Himêmîm li Sûriyê.

Piştî kontirolkirina wê ji aliyê hêza rejîma Sûriyê ve û di encama şer û pevçûnan gelek şûnwarên bajarê Tedmûrê hatibûne rûxandin û têkbirin.

Di 27ê vê mehê Hêzên de, rejîma Sûriyê, bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê, bajarê Tedmûrê yê dîrokî ji destê DAIŞê kontirolkir.