Kerry: Em ligel Rûsya rêkeftine li ser çûna Esed bo welateka siyem

Berî niha Koşka Spî ragehandibû ku, hebûna Esed hikûmetekî nû de dê proseya aştiyê ya wî welatî têkbiçe

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jhon Kerry ragehand ku, ew û amarîkayê li ser çûna Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bo welateke din lihev kirine.

Li gor çavkaniyekî Diblomatîk di Encûmena Asayîşa neteweyên Yekbûyî de aşkere kirî ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jhon Kerry hinek welatên Ereban agehdar kirine ku, ew û Rûsyayê li ser pêşeroja Sûriyê di nav de jî çûna Esed bo welateke siyemîn lihev kirine.

Herwiha nehatiye zanîn ku, dema çûna Esed kengiye û bo kîjan welatî diçe, tenê hatiye ragehandin ku, di konaxekî ya çareseriyê de biçe.

Berî niha Koşka Spî ragehandibû ku, hebûna Esed hikûmetekî nû de dê proseya aştiyê ya wî welatî têkbiçe, ji aliyê xwe ve jî ji medyaya Rûsyayê re ragehandibû ku pêwîste Hikumeta veguhêz ji her aliyên opozîsyon û rejîmê were pêkanîn.