Erdogan: Di navbera PKK û PYDê de ti cûdahî nîne
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje di navbera PKK û PYDyê de ti cûdahî nîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Taîp Erdogan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li panêleka Enstîtûya Brookîngsê axifî û wiha got: Heta aloziya li Suriyê berdewam e dê rêxistinên terorê yên wekî DAÎŞ PKK û YPG mezintir bibin û herwiha dê bibin bela serê civaka navnetewey,
Tirkiye ew welate ji ber gef û xisara qeyrana Suriyê herî zêde û ji nêzik ve bibandor bûye. Ji bo ewlekariya wan a neteweyî pêwîst e aramî were li Suriyeyê.
Erdogan rexne li helwestên welatên Rojavayî yên derbarê PYD û YPGyê de girt û diyar kir ku, wateya PKKyê bo wan çi be PYD jî heman tişt e. Hin alî dibêjin YPG û PYD li dijî DAÎŞê şer dike û lewma rêxistinên baş in. Erdogan got ew nikarin vê hizrê qebûl bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi armana beşdaribûn di lûtkeya çaremîn a taybet Asayişa atomî, serdana Washingtonê kirbû.