Ehmed Davutoglu serdana Amedê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu, îro serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dike. Davutoglu, dê nimêja Înê li Mizgefta Mezin ya dîrokî ya li navçeya Sûrê bike.
Piştî nimêjê derbarê nûjenkirina navçeya Sûrê de dê daxûyaniyan bide. Ji hêla din ve piştî teqîna duh li temamê bajêr tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, demeke dêrêj e her heftê nimêja Înê li bajareke Bakurê Kurdistanê dike. Davutoglu beriya niha li Sîlopî, Mêrdîn û Wanê nimêja înê kir dê îro, jî li Amedê nimêja înê bike.
Tê çaverêkirin ku, derbarê paketên reformên demokratîk û ekonomîk de daxuyaniyan bide. Ji hêla din ve çavkaniyên nêzîkî Serokwezîrtiyê dibêjin dê Davutoglu hin surprîzan jî li Amedê eşkere bike.
Tê gotin ku, dê navê Balaferxaneya nû ya Amedê bikin "Balafirxaneya Şêx Seîd". Ji hêla din ve duh ji aliyê kesekî nenas ve bi tirimbêleke ku tonek TNT barkirî li dijî otobusa polîsên hêza taybet êriş pêk hatibû, di encamê de 7 polîsan canê xwe ji dest dabûn û 13 jê polîs 27 kes jî birîndar bubûn.
Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, li ser rêyên derbasgeha Davutoglu û di nava koçe û kolanan de tedbîrên evlekariyê hatine zêdekirin.