Hemîdê Hac Derwêş piştgirya pêşmergeyên Roj dike

Partiya Demokratîka Pêşvero ya Kurd li Sûriyê(P.D.P.K.S) yek ji partiyên sereke ne li Rojavayê Kurdistanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Demokratîka Pêşvero ya li Sûriyê(P.D.P.K.S)  Hemîd Hac Derwêş piştgiriya xwe ji çûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bû xaka Rojava ragehand.

Derbarê vê mijarê Sekreterê Partiya Demokratîka Pêşvero ya li Sûriyê Hemîd Hac Derwîş daxuyaniyek ji K24ê re belav kir tê de wiha got:"Berî niha jî min piştevaniya Pêşmerge dikir ku vegerin Rojavayê Kurdistanê da ku, berevaniya navçeyên xwe bikin."

Derwêş da zanîn ku, niha şerê li Sûriyê dê raweste, berî niha astang li pêşiya çûna pêşmergeyan bo rojavayê Kurdistanê hebûn, aşkere kir ku, divê dawî bi şerê li Sûriyê were kirin.

Partiya Demokratîka Pêşvero ya Kurd li Sûriyê(P.D.P.K.S) yek ji partiyên sereke ne li Rojavayê Kurdistanê.