Fransa: Rêjîma Sûriyê agirbest binpê kir

Wezareta Derve yê Fransayê rêjîma Sûriyê bi binpêkirina agirbestê tuhmetbar dike, piştî ku rêjîma Sûriyê dibistan û nexweşxaneyek li Xoteya Şamê armanc kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Fransayê rêjîma Sûriyê bi binpêkirina agirbestê tuhmetbar dike, piştî ku rêjîma Sûriyê dibistan û nexweşxaneyek li Xoteya Şamê armanc kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Fransayê Roman Nadal îro êrîşa duh ya rêjîma Sûriyê li bajarokê Dêr Esafîr li Xotaya Rojhilat ya ser bi Şamê ve şermezar kir û ragihand ku, rêjîma Sûriyê biqest êrîşî sivîlan dike, ev yek jî binpêkirina agirbestê ye.

Nadal ragihand jî, armanca vê êrîşê ew e, keda civaka navdewletî ya ku li çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re digirin, têk bibe. Nadal hişyarî da rêjîmê û got: “Divê rêjîma Sûriyê li dijî sivîl û opozîsyonê rawestîne.”

Duh, rêjîma Sûriyê dibistan û nexweşxaneyek li Xoteya Şamê armanc kir, di encamê de 33 kes hatin kuştin ji nava wan 12 zarok û 9 jin hebûn.

Ji aliyê xwe ve, duh Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, ew êrîş şermezar kir û ragihand, rêjîma Sûriyê pabendiya xwe bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 ragihandiye, ev êrîş jî binpêkirina wê biryarê ye.

Agirbeta li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de kete warê cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma wî welatî û opozîsyona bi binpêkirina agirbestê hev tometbar dikin. Lê li gor çavdêrên agirbestê dibînin ku şer û pevçûn kêm bûne.